Dewlet kesên bi KHK'ê hatin dûrxistin wekî 'Kesê qedexe' pênase dike 2020-01-27 09:00:57 ENQERE - Dewlet û banka, kesên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin wekî "Kesê qedexe" an jî "tc ya qedexe" pênase dike û cûdakariyê dixe nava wan. Kesên bi KHK'ê hatin dûrxistin ji ber vê polîtîkayê nikarin sûdê ji hesabê bankayê jî bigirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, anî ziman ku welatî rastî cudakariyê tên. Li Tirkiyeyê her çend OHAL bi awayekî fermî bi dawî bûbe jî lê di pratîkê de didome. Bi her awayî mafên mirovan tên îhlalkirin û welatî nikarin mafê xwe bi zagonan biparêzin. Li Tirkiyeyê piştî OHAL hat îlankirin bi sed hezaran karmendên dewletê bi KHK'ê hatin îxrackirin û ji kar hatin avêtin. Kesên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin êdî nikarin li karê xwe vegerin. Li aliyê din dema dixwazin krêdî bistînin ango di bankayan de hesab vekin rastî cudakariyê tên. Hem dewlet hem jî banka wan wekî "Kesê qedexe" an jî "tc ya qedexe" pênase dike û cûdakariyê dixe nava wan. Kesên bi KHK'ê hatin dûrxistin ji ber vê polîtîkayê nikarin sûdê ji hesabê bankayê jî bigirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, anî ziman ku welatî rastî cudakariyê tên. Gergerlîoglu  anî ziman ku gelek kesan serî li wan daye û mexdûr bûne. Gergerlîoglu, da zanîn ku ev pêkanîna bankayan ne tiştekî nû ye û heta niha gelek welatî rastî vê pratîkê hatine û wiha got: "Mirovên hatin dûrxistin êdî kar bi dest naxin û nikarin kar bikin. Dema li kar digerin wekî ‘terorist’ tên pênasekirin û kes kar nade wan."      Gergerlîoglu, anî ziman ku hem bankayên taybet û hem jî bankayên dewletê hesap ji wan re venake û cudakariyê dixe nava welatiyan û wiha got: "Kesê bi KHK’ê hatibe îxrackirin kodê wî di pergalê de wekî 36 derdikeve û di kêliya ewil de wî wekî kesê cuda pênase dike. Balê dikişîne ku hatiye îxrackirin. an jî wekî ‘tc yaqeexe" mohr dike. Kese ku hatibe îxrackirin di hemû kar û barê fermî de ev yek derdikeve pêşberî wî û rastî cudakariyê tê. "    Gergerlioglu, da zanîn ku kesê bi KHK'ê hatine mexdûr kirin her rojê herî kêm 100 serî li wan dide û mexdûriyeta xwe tînin ziman û wiha got: "Me têkildarî vê mexdûriyetê pirsname da meclîsê. Me xwest li ser saziyan zext bê çêkirin û ev nêzîkatiî bê guhertin. Welatî ji ber vê pêkanînê dikevin rewşê zor û zahmet. "