‘Di bin çavan de îşkence li min kirin û xwestin bibim sîxur' 2020-01-27 09:00:53 EDENE - Zarokê 15 salî F.Ç., yê li Edeneyê hat binçavkirin û serbest hat berdan, diyar kir ku polîsan di bin çavan de îşkence lê kirine. F.Ç., anî ziman ku xwestine bibin sîxur û ji ber vê yekê bi fikar e.  Zarokê 15 salî F.Ç. yê li Taxa Denîzlî ya Navçeya Seyhana Edeneyê dijî, diyar kir ku li ser îxbarê di 20'ê Çile de hat binçavkirin û li qereqolê îşkence li wî kirin û xwestin bibe sîxur. F.Ç., piştî serbest hat berdan serpêhatiyên xwe parve kirin. F.Ç., da zanîn ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" polîsan ew binçav kirin û birin Şaxa zarokan a miduriyeta polîsan û wiha got: "Di çarçoveya lêpirsîna Dozgerê Komarê yê Edeneyê de di 20'ê Çile de ez binçav kirim. Ez birim Amîriya Navendî ya Polîsan a Şehît Ozer Ozkaya ya Denîzliyê û birim Şaxa Midûriyeta Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Li wir polîs îşkence li min kir û xwest ez bibim sîxur. Piştî binçavkirinê bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" ez bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kirim. Piştre heyetê bi şertê kontrola edlî ez serbest berdam. Îdîa kirin ku min li ser dîwaran nivîs nivîsîye û tiryakê kontrol dike. Gotin îxbar heye û ez binçav kirim."     F.Ç., anî ziman ku dema ew binçavkirin di maşîna polîsan de li wî xistine û wiha got: "Ez birim qereqolê. Polisan got 'Îxbar li te kirine. Berê jî polîsan ez binçav kiribûm û li min dabûn. Polîsan xwest ez agahî bidin wan ku kî li ser dîwaran nivîsan dinivîse û xwestin ez ji wan re sîxuriyê bikim. Lê min ev daxwaza wan qebûl nekir. Kursî li pişta min xist û li min xistin. Li odeya TEM'ê ya Qereqola Denîzlî li min xistin. Polîsekî din dema çay vedixwar çay avêt ser çavê min. Piştre ez birim Midûriyeta Polîsan. Ez li wir bi saetan li ser piyan hiştim. Polîsan gef li min xwarin û gotin 'Em dest ji te berdanedin.' û gef li min xwarin. Piştre ez birim nexweşxaneyê. Em û polîs bi hevre ketin odeya bijîşk. Ji tirsa polisan tişta hatiye serê min, min ji bijîşk re negot. Piştre ez li dadgehê hatim berdan. Ji tirsan min rapora lêdanê negirt. Dîsa hatine taxê pirsa min kirine. Ez bi fikar im. Ez difikirim ku ez serlêdana sûc bikim."