Li Xarpêtê her diçe hêjmara miriyan zêde dibe 2020-01-26 19:32:49 XARPÊT - Li Xarpêtê piştî erdheja di 24'ê Çile de bi hêza 6.8 pêl pêk hat, hêjmara miriyan her ku diçe zêde dibe. Rayedaran diyar kirin ku heta niha hêjmara miriyan gihiştiye 39'an.    Di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdheja hêza wê 6.8 pêl pêk hatibû. Di erdhejê de li gorî daneyên fermî yên dawî 39 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan avahî xera bûn. Bi hezaran avahî jî zerar dîtin. Lêgerîn û lêkolîna kesên di bin kavilan de mane didome. Dîsa lêkolîna avahiyên zerar dîtine didome. Tê gotin ku hêj gelek kesên di bin kavilê avahiyan de mane û nehatine derxistin didome.