Walîtiya Colemêrgê bê navber herêmên qedexe îlan dike 2020-01-26 19:10:46 COLEMÊRG -  Walîtiya Colemêrgê bê navber li Colemêrgê herêmên qedexe îlan dike û qedexe ji ser serê gelê Colemêrgê kêm nabe. Niha jî li 5 herêmên din heta 15 rojan ketin û derketina qadê qedexe kir.    Walîtiya Colemêrgê bê navber qedexeyan îlan dike. Li Colemêrg û Wanê OHAL bi dawî bû, lê qedexe bi dawî nebûn. Walîtiya Colemêrgê navenda Colemêrgê jî di  navde li 5 herêman, qedexeya ketin û derketina qadê îlan kir. Walîtiyê ji bo 5 herêman heta 15 rojan ketin û derketina welatiyan qedexe kir.