Ji Demîrtaş peyama erdhejê 2020-01-26 16:47:43   ENQERE - Selahattîn Demîrtaş, derbarê erdheja Xarpêtê de daxuyanî da û got: “Ez pêbawerim ku gelê me wê bi hestiyariyek mezin piştevaniya xwe dewam bike.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê ku ev 3 salin li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne girtiye Selahattîn Demîrtaş, derbarê erdheja Xarpêtê de li ser hesabê twîttera xwe daxuyanî da û ev peyam parvekir: “Ez ji hemû hemşehriyên xwe re dibêjim ku derbas bûyî be. Xwedê rehma xwe li kesên jiyana xwe ji dest dane, bike. Ez sersaxî ji malbat û xizmên wan re dixwazin. Ji birîndaran re jî hêviya şîfayên lezgîn dikim. Ez pêbawerim ku gelê me wê bi hestiyariyek mezin piştevaniya xwe dewam bike. Xwedê bi we re be.”