Walîtiya Xarpêtê alîkariya şaredariya HDP’ê şandibû paşve şand 2020-01-26 16:39:24   XARPÊT - Walîtiya Xarpêtê 2 kamyonên alîkariyê yên Şaredariya HDP’ê ya Erxeniyê ji bo mexdûrên erdhejê şandibûn, di ketina bajêr de asteng kirin û paşve şandin.    Şaredariya Navçeya Erxenî ya Amedê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, 2 kamyonên alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê şandin Xarpetê. Polîsan di ketina bajêr de her 2 kamyonên alîkariyê rawestandin û paşve şandin. Her 2 kamyonên alîkariyê yên ji Erxeniyê ketin rê, bi fermana Walîtiya Xarpêtê destûr nehat dayîn ku bikev bajêr. Polîsan diyar kirin ku ewê di çarçoveya fermandariya Walîtiyê de kamyonan nexin bajêr û dan zanîn ku ewê ji derveyî alîkariyên ekîbên AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin.    Li ser vê yekê her 2 kamyonên alîkariyê, ji Xarpêtê heya Erxeniyê di dorpêça polîsan paşve şandin.