'Tevgerên çepgir bi çavên Ewropa li Îslamê dinerin û red dikin' 2020-01-26 15:52:47 STENBOL – Beşdarê Komxebata Îslam û Çep Alî Mendîllîoglu, diyar kir ku desthilatdar hewl didin ku îslama siyasî, bikin paradigmaya hemû civakê dixe kontrola xwe û wiha got: "Ên şoreşger jî vê yekê tune dibînin. Wekî îslama Sûnî ya paşverû nêzîk dibin.  Muslimanên Antî Kapitalist, di roja duyemîn de 2'yemîn Komxebata Îslam û Çep li Mala Çandê ya Înşa ya Balat ya Stenbolê berdewam dikin. Îro beşdarên komxebatê Deniz Bakir, Ali Mendillioğlu, İslam Ozkan, Metin Kayaoglu, Polat Alpman axivîn. Ewil Ali Mendillioglu, mijara xwe pêşkêş kir û wiha got: “Hêzên Serdest hewl didin ku Îslama Siyasî hemû civakê hembêz bikin û têxin kontrola xwe. Yên şoreşger jî, vê yekê tune dihesibînin. Îslama sûnnî bi her awayî bûye navenda kesên paşverû. Rêgezên îslamê yên bi çep û rast re li hev dikin hene. Yên çepgir bi çavê navenda Ewropa li Îslamê dinerin."    Beşdarê komxebatê Îslam Ozkan jî anî ziman ku têkiliyê di navbera Îslam û çepê de ne yên îslamparêz û ne jî yên çepparêz baş dizanin.