2 cenazeyên ji bin kevilan derxistin defin kirin 2020-01-26 15:35:02 XARPÊT - 2 cenazeyên ku di erdheja hêza wê 6.8 pêl di 24'ê Çile de pêk hat di bin kavilên xaniyan de mabûn, piştî ji bin kavilan derxistin defin kirin.  Di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdheja hêza wê 6.8. pêl pêk hatibû û heta niha 31 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di lekolîn û lêgerînê de, li taxa Sursuru ya Xarpêtê, ji bin kavilên xerabe di nava rojê de 3 cenazeyên din hatin dîtin û derxistin. Ji cenazeyên 3 kesan nasnameya Berna  Enes Sertdemîr hatin aşkerekirin. Cenazeyên 2 kesan rakirin morga nexweşxaneyê. Piştî otopsiyê cenaze ji aliyê xizmên wan ve hatin wergirtin. Hat diyar kirin ku cenazeyê sêyemîn jî yê bavê Berna Aslan Cengiz e. Xizm û malbatên Berna û Enes cenaze wergirtin û birin Goristana Gulmez defin kirin. Hat diyar kirin ku hevjîna Aslan Cengiz, Nermin Cengiz jî hêj di bin kavilan de ye. Cenazeyê Aslan Cengiz jî ji bo definkirinê li bendê ye ku Nermin Cengiz ji bin kavilan derxin.