Nexweşxaneya dewletê ji ber bertekan Aydin girtin nexweşxanê 2020-01-26 15:09:49   MÊRDÎN - Mehmet Aydin ê nexweşxaneya taybet ji ber ku perê wî tunebû avêt kolanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jî, ji ber ewlekariya wî ya civakî tunebû qebûl nekir, li ser bertekan dest bi dermankirina wî hat kirin.    Li Mêrdînê, welatiyê 55 salî Mehmet Aydin ê bêmal û bêxwedî, di 23’yê Çile de li navenda bajêr ji ser hişê xwe çû û welatiyên derdorê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Nexweşxaneyê ji ber tunebûna ewlekariya civakî, Aydin qebûl kiribû. Aydin ê bihalê xwe yê emeliyat kirî terkî kolanê hatibû kirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî bû. Nexweşxaneya Dewletê li ser bertekan Aydin girtin nexweşxanê û dest bi dermakirina wî kirin.    Piştî nûçeya Aydin a ajansa me de derket û welatiyan bertek nîşan dan, rayedarên nexweşxanê neçar man ku Aydin qebûl bikin. Aydin heya ku baş bibe wê li nexweşxanê bimîne û bê dermankirin.