Li Xarpêtê cenazeyê 4 kesên din hat dîtin 2020-01-26 13:33:04 XARPÊT - Li Xarpêtê cezayê 4 kesên din hat dîtin. Bi vî awayî hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 35’an.  Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên piştî erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê dest pê kirin, dewam dikin. Di xebatên lêgerînê yên avahiyên li Taxa Mûstafapaşa û Taxa Sursuru hilweşiyan de cezayê 4 kesên din hatin dîtin. Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 35’an.    LI TAXEKÊ XEBAT BI DAWÎ BÛN   Duh di saetên şevê de, li avahiya Kalay a li Taxa Mûstafapaşa, cenazeyê Huseyîn Yildiz û kurê wî Onûr Yildiz hatin dîtin. Ayşe Yildiz û keça wê ya 2 salî Yusra Yildiz bi birîndarî hatibûn xilaskirin. Dermankirina dayik û keça wê li Nexweşxaneya Fathî Sekîn Şehîr a Xarpêtê dewam dike. Dermankirina Nazmiye Duşmez a duh ji bin xirbeyên avahiyê hatibû derxistin jî li heman nexweşxanê dewam dike. Cenazeyê dayika Nazmiye Sakîne Duşmez a 63 salî serê vê sibê hat dîtin. Piştî ku kes dibin xirbeyên avahiya Kalay de neman, xebatên lêgerînê bi dawî bû.    LI TAXA SURSURU XEBAT DEWAM DIKE    Di heman demê ji bin xirbeyên Sîteya Dîlek a li Taxa Sursuru hilweşiya de, îro cenazeyê 3 kesan hat derxistin. Cenazeyên hatin dîtin rakirina Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. Piştî otopsiyê wê nasnameya van her sê kesan bên aşkerekirin.