Hejmara kesên li Xarpetê jiyana xwe ji dest dan zêde bû 2020-01-26 13:01:13 ENQERE - Li Xarpêtê, hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, derket 35’an û bi giştî 45 kes ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin. Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, derbarê kesên li navçeya Xûxê ya Xarpêtê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn de daxuyanî da. Oktay, diyar kir ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 35’an û bi giştî 45 kesê jî ji bin xirbeyan hatin xelaskirin.