Malbata Fendîk edaletê dixwaze 2020-01-26 11:34:07   COLEMÊRG - Danişîna doza Necmetîn Fendîk ê li navçeya Geverê dama polîsan bi ser mala wî de girt û li malê hat kuştin dê di 28'ê Çile de bê dîtin. Malbata Fendîk bertek nîşanî serbestberdana polîs da û xwest edalet cihê xwe bibîne û bersûc bê cezakirin.    Polisan, di 17'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Gever a Colemêrgê, bi ser mala Necmettîn Fendîk de girtibûn û li ber çavên hevjîn û 8 zarokên wî gule li wî reşandibûn û kuştibûn. Danişîna dozê dê 28'ê çile berdewam bike. Di dozê de tenê derbarê polisekî de bi sûcdariya "Bi kêmasî bûye sedema mirinê" bi daxwaza ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin, doz hatiye vekirin. Polîsê ku niha serbest tê darizandin îdîa dike ku di destê Fendîk de çek hebûye. Lê di doznameya ku Serdozgeriya Komarê ya Geverê amadekirine de, tê dîtin ku di destê Fendîk de ne çek û ne jî tiştekî din heye. Şeva bûyerê, 40 hezar TL pereyê ku li malê di nav lihêfê de bû hatibû dizîn. Dozgeriyê, ji ber vê yekê çend caran gazî hevjîna Necmettîn Kûdret Fendîk kir û destpêkê 7 hezar, paşê 15 hezar û herî dawî jî 20 hezar TL pere teklîfî Fendîk kirin.    Kudret Fendîk diyar kir ku polîsê kujer A.F.K. li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Geverê tê darizandin û heta niha der barê dozê de tu gav nehatiye avêtin. Fendîk, anî ziman ku di nava 2,5 salan de pir mexdûr bûne û wiha got: "Heta niha 7 danişîn hatin ditin. Lê polîsê kujer nehatiye girtin û der barê wî de lêpirsînek nehatiye kirin. Divê be girtin û cezakirin. Ez bi alîkariya cîranan debara xwe dikim. Heta niha der barê lêpirsîna dozê de tu gav nehatiye avêtin. Dîsa parêzerên bi dozê eleqeder dibin bi rêk û pêk bi dosyayê eleqeder nabin."     BANGA PIŞTEVANIYÊ    Fendik herî dawî bang li hemû hemû kesên xwedî wîcdan kir û wiha got: "Hevjînê min neheq hat kuştin. Tu kes li me xwedî derneket. Di danişinê de her dem bi tenê mam. Ez bang li kesên xwedî wîcdan dikim. Bibin alîkar ku em mafê xwe biparêzin."    8'emîn danişîna doza kuştina Necmetîn Fendîk dê di 28'ê Çileya 2020'an de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Geverê bê dîtin.