Em dixwazin nerîna ‘Ji misilmanan çepgir û ji cepgiran misilman dernakeve' biguherînin 2020-01-26 11:10:52   STENBOL – Îlahiyatnas û Nivîskar Îhsan Elîaçik, diyar kir ku ew dixwazin bi Komxebata Îslam û Çepgir, nerîna “Ji Misilmanan çepgir û ji cepgiran misilman dernakeve" biguherînin û wiha got: "Ji ber ve yekê me têgehên ‘Îslam’ û ‘Çep" anîn cem hev. Divê em hişê xwe fêrî vê yekê bikin."    Muslimanên Antî Kapitalist, îro 2'yemîn Komxebata Îslam û Çep li Mala Çandê ya Înşa ya Balat ya Stenbolê li dar dixin. Duh di komxebatê de mijarên "Tecrubeyên dîrokî", "Tecrubeyên hendem" û "Tecrubeyên kurevî" hatibûn niqaşkirin. Îro jî dê mijarên "Muqayesekirin, Rûbirûbûn û "Îslam, Jin û Çep" bên niqaşkirin.  Têkildarî komxebatê Îlahiyatnas û Nivîskar Îhsan Elîaçik, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. Elîaçik, diyar kir ku ew dixwazin bi Komxebata Îslam û Çepgir, nerîna “Ji Misilmanan çepgir û ji cepgiran misilman dernakeve" biguherînin û wiha got: "Ji ber ve yekê me têgehên ‘Îslam’ û ‘Çep" anîn cem hev. Em dixwazin van niqaşan zêde bikin. Em dixwazin aliyê “Îslam” û “Çep” ên bawerî, ekolojik, aborî, politik, dîrokî û civakî niqaş bikin. Çiwas dûrî hev û nêzî hev in. Ger ku nêzî hev bin em wan erê bikin û bila bi hevre bijîn. Ger ku dûrî hev bin em bi wan re li hev nekin. Em dixwazin mirov bên vê mijarê niqaş bikin û ronî bikin. Hem kesên li ser Îslamê serê xwe diêşînin û hem jî kesên li ser çepgiriyê serê xwe diêşînin em dixwazin werin li vir niqaşan bimeşînin. Ev pêvajoya diyalogê ye. Em têgehên 'Îslam' û 'Sol' wekî du têgehên hev temam dikin dibînin. Lê hin mirov wekî me nafikirin. Hin mirovên dîndar hene kesên çepgir wekî dijmin dibînin. Hin kesên çepgir jî hene mirovên li mizgeftê misilmanan wekî DAIŞ'ê dizanin. Em dixwazin di van niqaşan de vê yekê zelal û ronî bikin."    Eliaçik, anî ziman ku bi vê yekê dixwazin şoreşa hiş pêş bixin û wiha lê zêde kir: "Şoreş cur bi cur in. Yek ji şoreşê jî guhertina hin têgehên di mejî debûne qalib in. Divê em zanîn û fêrbûnên xwe yên bûne wekî qalib biguherînin. Wekî ku têgehên Îslam û Çep nayên cem hev tê zanîn. Hewce bi gotina çep û îslamê jî tune ye. Li şûna wê aştî, demokrasî, wekhevî têr dike. Divê em pêşdarazên hev ji holê rakin. Em dixwazin pêşdaraza ku “Misilman nabin çepgir û çepgir nabin misilman" bişkînin û ji holê rakin.    Ji bo vê yekê divê em berê têgehên çep, ras, elewî, sûnî, kurd, tirk dînin aliyekî. Divê em nebin mahkûmê siyasetê. Divê em civakê bikin qabîle."    MA / Ferhat Çelîk