Ji ber gotinên ne gotî 1.5 sal ceza birî 2020-01-26 10:19:17   ENQERE - Girtiyê Girtîgeha Bandira Zekî Kayar bi rêya nameya ku ji Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Aykol re şand, diyar kir ku dadgehê ji ber gotinên negotî ceza li wî biriye û wiha cih da nameyê: "Dozger wekî ku min bi gotina "Berxwedana Sûrê" nivîsîye û pesn daye, îdîaname amade kiriye û pêşkêşî dadgehê kiriye. Dadgehê jî bi heman sedemê 1 sal û 6 meh ceza li min birî. Lê min di nivîsa xwe de qala Sûrê nekiriye. Ji ber gotinên negotî 1 sal û 6 meh ceza li min birîn."    Nivîskar û Rojnamger Huseyîn Aykol ê her hefte nameyên girtiyan di quncikê xwe yê Rojnameya Yenî Yaşamê de dike mijara qunciknivîsa xwe, vê hefteyê cih da nameyên girtîgehên Şakran, Kiriklar, Bandirma, Bolu, Kurkçuler û Xarpêtê. Aykol, vê hefteyê bal kişand ser cezayê li Zekî Kayar hatiye birîn û girtina Rojnameger Rûken Demîr. Aykol, bal kişand ser girtina Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Rûken Demîr a li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye û wiha cih da nameya wê: "Ji ber min nûçeya malbatên zarokên wan li girtîgehan di grevê de, kesên maden ji Çiyayê Kazê derxistin û Qeyayên ku li Amedê qeyûm tayînî şûna an kir çêkir, min bi "endama rêxistina çekdardî" tawanbar dikin. Çêkirina nûçeyan çawa mirovan dike endamê rêxistina çekdarî?" Aykol, da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 100 rojnameger girtî ne û got: "Her tim zêdeyî 100 rojnamegerî girtî ne. Ger ku em girtina rojnamegeran li gorî nifûsa welatan li ber çavan bigirin mixabin Tirkiye yekemîn e."   JI BER GOTINÊN NEGOTÎ 1 SAL Û 6 MEH CEZA BIRΠ   Aykol, bal kişad ser cezayê Girtî Zekî Kayar ê li Girtîgeha Bandirayê wiha cih da nameya wî: "Piştî pakêta yekemîn a Reforma Edaletê ji meclîsê derbas bû, biryara 'Rawestandina înfaza min' dan. Heta ku ceza li min birîn jî îdîaname nedan min. Dema min îdîaname dît ez matmayî mam. Ji ber gotinek di nivîsa min de derbas nebûye ceza li min birîn. Mînak dozger di îdîanameyê de çend caran peyva "Berxwedana sûrê" derbas kiriye û qaşo min bi vê gotinê pesnê sûrê daye.  Dozger werî ku min bi gotina "Berxwedana Sûrê" pesn dabe îdîaname amade kiriye û pêşkêşî dadgehê kiriye. Dadgehê jî bi heman sedemê 1 sal û 6 meh ceza li min birî. Lê min di nivîsa xwe de qala Sûrê nekiriye. Ji ber gotinên negotî 1 sal û 6 meh ceza li min birîn. Min li nivîsa xwe nerî. Min gotina "Berxwedana Sûrê" nenivîsiye. Navê navçeya Sûrê jî derbas nabe. Ger ku navê navçeyekê derbas bibe jî çawa dibe sûc?...."