Ji bo îdîanameyê pere ji girtiyan xwestin 2017-12-12 18:00:17   MANÎSA - Hebat Aydemîr ê doza rêveberên HDP'ê ya Manîsa ku 57 jê girtî 138 kes tên darizandin de îfade da û wiha got: "Me li girtîgehê îdîanameya der barê xwe de xwest, lê rayedarên girtîgehê heqê îdîanameyê ji me xwest. Dema ku parêzeran xwest îdîanameyê bidin me jî vê carê gotin “materyalên rêxistinê ne" nedan rêveberên partiyê.    Li Manîsa 3'emîn danişîna doza 57 jê girtî bi tevahî 138 endam û rêveberên HDP’ê yên tên darizandin di roja duyemîn de dewam kir. Hin ji yên girtî û yên ne girtî tên darizandin beşdarî dozê bûn. Girtiyên jin ji Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê neanîn danişînê. Wekîlên HDP’ê Osman Baydemîr û Mizgîn Irgat û gelek kesan doz şopand. Danişîna dozê bi reveberên HDP'ê yên serbest tên darizandin berdewam kir. Di danişînê de lîsteya muşahîdên Hilbijartina 7'ê Hezîranê ya li avahiya rêxistina HDP'ê ya Saruhanliyê lîsteya endamê komîsyona Baskê Cwianan a HDP'ê ji rêveberan pirsîn. Dîsa axaftinên telefonê ji  HDP'iyan pirsîn.    Di îfadeya rêveberê HDP'ê Mehmet Aydemir ku girtî tê darizandin de Aydemir  parastin kir. Aydemîr diyar kir ku merasima cenazeyan ku ew tev lê bûn cenazeyên kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê de li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan ya Emin Aydemir û Resul Yanar bû.  Aydemir ani ziman ku 2 sal û nîv e girtî ye û hêj nizane ji ber çi tê darizandin. Aydemîr, anî ziman ku ji ber dosya wî veşartiye nizane çima tê darizandin û axaftinên wî yên telefonan û tevlêbûna wî ya dawetan sûc hatiye dîtin. Aydemîr, anî ziman ku qatê cilê wî ku di dawetê de li xwe kiriye jî wekî sûc hatiye dîtin. Aydemir, destnîşan kir ku navê wî û mamê wî yê di sala 1972'an de ji dayik bûye tev li hev dikin û ev rewşek pekenok e. Aydemîr, da zanîn ku weşanên wekî telîl tên nîşandan û sûc tên ditin jî ne weşanên qedexe ne."   Piştî Mehmet Aydemir birayê wî yê girtî Hebat Aydemir parasti kir. Aydemir, jî sucdariya der barê xwe re red kir û wiha got: "Di îdîanameyê de çûna dawetê, çûna maçê, xeml, çûk, bahr û nepox weki gotinên şifre hatine qebûlkirin.  Dîsa îdîanameya me nedan me. Dema me li girtîgehê îdîanameya der barê xwe de xwest, lê rayedarên girtîgehê heqê îdîanameyê ji me xwest. Dema ku parêzeran xwest îdîanameyê bidin me jî vê carê gotin “materyalên rêxistinê ne" nedan rêveberên partiyê.    Danişîna dozê dê sibê saet di 09.00'an de berdewam bike.