Şandeya HDP’ê welatiyên di erdhejê de zirar dîtîn ziyaret kirin 2020-01-26 10:11:30   XARPÊT - Şandeya HDP’ê welatiyên di erdhejê de zirar dîtin ziyaret kirin.    Şandeya ji Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Şevîn Coşkûn, Erdal Aydemîr û Berpirsê Rêveberiyên Herêmê Alîkarê Hevserokê Giştî Salîm Kaplan pêk tê, li Xarpêtê welatiyên di erdhejê de zirar dîtin ziyaret kirin.  Şandeya HDP’ê ya dest pê kê çû Rêxistina HDP’ê ya Xarpêtê, dûre welatiyên li El-Cemxane û Cemxaneya Fevzî Çakmak Ehlîbeyt ên girêdayî Yildiz kom bibûn ziyaret kirin û ji wan re gotin derbasbûyî be.    Şandeya HDP’ê, ji welatiyên ziyaret kirin re ev agahî dan: “Em ji bo piştevaniyê amadene. Em ê ji sibe de hewl bidin ku pêdiviyên bajêr pêşwazî bikin.” Welatiyên li Cemxaneya Ehlîbeyt diman jî şandeyê gotin, “Pirsgirêka me ya xwarin û konan heye. Em ji bo hatina w espas dikin.” Wekîlên HDP’ê jî li ser vê yekê, peyama ewê van rojên zor û zehmet bi piştevaniyê derbas bikin dan.    Şandeya HDP’ê, dûre çûn serdana malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de windakiribûn û li nexweşxaneyan jî birîndar ziyaret kirin. Şande, piştre wê herêmên di erdhejê de hilweşiyane lêkolîn bikin.