ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-26 09:00:36   * Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, 16 mal û milkên şaredariyê da ber îhaleyê. Hevşaredar Mehmet Şerîf Kiran ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, bibîr xist ku mal û milkên şaredariyê ne ê çend kesan e, ê tevahiya bajêr in.    * Vedat Bektaş ku di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê de ye, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û got, di dema lêgerîna qawîşan de gardiyan ji wan re dibêjin "hûn terorîst in".    * Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdil Hamid El Mihbaş, derbarê geşedanên Lîbyayê de got: "Ger li Lîbyayê komên radîkal kontrolê bi dest bixin, ev ji bo welatên Ereb, Efrîqa û Ewropa xetereyeke mezin e. Bi taybet jî ji bo Îtalyayê."   * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, zext û zoriyên li ser baweriyên cuda û gelan nirxand û bal kişand ser mudaxileya bîrdoziya fermî. Bariş, diyar kir ku bi vî hawî tê xwestin ku peyama "Hûn bên vê axê, wê ev tişt bên serê we" bidin van derdoran.    * Muslimanên Antî Kapitalist, dê 2'yemîn Komxebata Îslam û Çep li Mala Çandê ya Înşa ya Balat ya Stenbolê li dar bixin. (11.00-16.00)