Daxuyaniya dawî ya AFAD'ê: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 29 2020-01-25 20:47:08       NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê AFAD'ê Mehmet Gulluoglû, daxuyand ku di erdheja Xarpêtê de heta niha 29 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Piştî erdheja li Xarpêtê ku pileya wê 6.8 bû, xebatên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Serokê AFAD'ê Mehmet Gulluoglû, derbarê erdhejê de cardin daxuyanî da.    Li gor agahiyên Gulluoglû parvekirine di erdheja Xarpêtê de heta niha 29 kesî jiyana xwe ji dest daye û 1466 kes jî birîndar bûne. Her wiha Gulluoglû got, bi giştî 30 avahî hilweşiyane û li gor tespîtên ewil 53 avahî jî xesar dîtine û heta niha 44 kes ji bin kavilên avahiyan hatine derxistin. Gulluoglû, diyar kir ku tê texmînkirin hîn jî 9 kes di bin kavilên avahiyan de mane û ji bo rizgarkirina wan xebat didomin.