814 girtiyên li Girtîgeha Semsûrê sewq kirin 2020-01-25 15:39:50   AMED - Girtîgeha Semsûrê ya li ber erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat xesar dît tê valekirin û 814 girtiyên li girtîgehê sewqî girtîgehên bajarên derdorê hatin kirin.     Girtîgeha Semsûrê di erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat de, xesar dît. Wezareta Dadê, li ser vê yekê biryara da ku Girtîgeha Semsûrê vale bike. Li ser vê biryara Wezîrê Dadê, dest bi sewqkirina 814 girtiyan hatin kirin. Girtiyên li Semsûrê sewqî girtîgehên Dîlok, Riha û Mereşê hatin kirin.