TMMOB: Ji bo erdhejê tedbirên pêwist nehat girtin 2020-01-25 14:48:22   ENQERE - TMMOB'ê têkildarî erdheja di 24'ê Cile de li Xarpêtê rû da, daxuyanî da û diyar kir ku geşedanên derketin holê nîşan dide ku tu tedbîr der barê erdhejê de nehatiye girtin.    Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), têkildarî erdheja di şeva 24'ê çile de hêza wê 6.8 pêl pêk hat daxuyanî da. Rêveberiya TMMOB'ê diyar kir ku geşedanên rû dan û encama derket holê nîşan dide ku rayedaran tedbîrên pêwist negirtine. TMMOB'ê diyar kir ku li gorî daneyên fermî yên saet di 11.45'ê 25'ê Çileya 2020'an de 22 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 1030 welatî jî birîndar bûne û di xaniyên xera  bûne delêgerîn didome. TMMOB'ê anî ziman ku êşa kesên xizmên xwe winda kirine û xaniyê wan hilweşiya ye parve dikin û wiha got: "Yekîneyên me yên Koordînasyona Bajar a Meletî û Amedê yên TMMOB'ê di serê sibê de gihiştine Xarpêtê û dest bi lêkolîn û lêgerînê kirine. Li Xarpêt û Meletiyê dest bi xebatê kirine. Bi rayedaran û masaya qrîzê re hevdîtin kirine û ketine têkiliyê. Dîtine ku di avahiyên xera nebûne û zerar dîtine de tu detbîr nehatiye girtin. Di geşedanên derketin holê de nîşan dide ku rayedaran heta niha ji bo erdhejê tu tedbîr negirtine."