KCD: Ji bo gelê Xarpêtê bikevin nava piştevaniyê 2020-01-25 14:33:56 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî erdheja li Xarpêtê daxuyanî da û bang li civaka navneteweyî kir ku bi gelê Xarpêtê û herêmê re têkevin nava piştevaniyê.  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî erdheja hêza wê 6.8 pêl a ku di 24'ê Çile de Navenda wê navçeya Xoxê ya Xarpêtê pêk hat û li Meletî, Amed, Êlih, Çewlik, Mêrdîn, Semsûrê bajar hejiya daxuyanî da. KCD'ê anî ziman ku vê erdheja li gelek bajaran hîs bû, di nava gel de rê li ber xemgîniyek mezin vekir û wiha cih da daxuyaniyê: "Ji ber erdhejê bi dehan hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî sivik û giran birîndar bûn. Ji bo hin zêde windahiya can çênebe em bang li tevahî gelê xwe, saziyên pêwendîdar û Rêxistinên Saziyên Sivîl dikin ku bi erka xwe rabin û bikevin nava seferberiyê. Wekî Kongreya Civaka Demokratîk em ji kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji xwedayê xwe rahmê ji tevahî malbatên erhejzedeyan û gelê xwe re sersaxiyê û ji brîndaran re jî şîfayê dixwazin.Di serî de gelê xwe em bang li tevahiya civaka Navneteweyî dikin ku bi gelê Xarpêtê û erhejzedeyan re di asta herî bilind de bikevin nava piştevaniyê."