Berî 19 salan li bajarê hatibûn windakirin hatin bibîranîn: Faîl Levent Ersoz e 2020-01-25 14:09:02 ŞIRNEX - Serokê HADEP’ê yê Sîlopiya Serdar Taniş û rêveberê Navçeyê Ebûbekîr Denîz di salvegera xwe ya 19’emîn de hatin bibîranîn. Bavê Taniş Şûayıp Taniş, diyar kir ku Fermandarê Leşkerî yê demê Levent Ersoz ê gef li wan xar faîlê her du kesane.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Serokê Partiya Demokratîk a Gel ( HADEP) a Silopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz ên di 25'ê Çileya 2001'ê de çûbûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, lê piştî çûn û şûnde agahî ji wan nehat girtin, di salveger xwe ya 19’emîn de hatin bibîranîn. Li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopî daxuyanî hat dayîn, Denîz û Taniş hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Denîz û Taniş hatin vekirin. Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş, malbat û gelek  endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    'ŞIRNEX WEKE ŞIRNAK LABORATÛAR HILBIJARTIN’   Ceylan Denîz a dema bavê wê Ebûbekir hat windakirin hîna 5 salî bû, di bîranînê de axivî û wiha got: “Di salên 90’î de, hêzên mîna JÎTEM’ê, gelek zext û zil mli gelê kurd kirin. Di wê demê de Şirnex weke laboratûvarê hilbijartibûn. Ji Şirnexê re digotin ‘Komara Şirnexê.’ Yek ji nûnerên zext û zilma wê demê Fermandarê Leşkerî yê Şirnexê Levent Ersoz bi taybetî ferman da ku Taniş û Denîz bên binçavkirin. Dest pê kê bûyera binçavkirinê înkar kirin. Piştî ku delîl derketin holê, neçar man ku bûyara binçavkirinê qebûl bikin.”    'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’   Denîz, da zanîn ku daraz hewl dide ku ser vê bûyerê bigire û wiha bilêv kir: “Heya ku bûyer bê ronîkirin, faîl bên darizandin û aqûbeta hevalên me bê zelalkirin emê şopdarê vê bûyerê bin. Emê têkoşîna xwe tim dewam bikin.”    'FAÎL LEVENT ERSOZ'   Dûre bavê Taniş Şûayîp Taniş axivî û wiha got: “Em dixwazin aqûbeta windayên xwe bizanibin. Divê hemû faîlên windayan bên dîtin û darizandin. Di dema windayên me de faîl feramndar Levent Ersoz bû. 3 caran em bi kuştinê tehdît kirin. 2 caran rû bi rû û carekê jî, bi telefonê li me geriya û gef li me xwar. Em dixwazin sûcdar bên cezakirin.    ‘WÊ SERKETIN YA KESÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN BE’   Parlamenter Hasan Ozguneş jî, windakirina HADEP’iyan nirxand û wiha got: “Di wê demê de, ligel hemû zoriyan jî dest ji têkoşîna siyasî bernedan. Em îro jî hene û emê sibe jî hebin. Çawan ku ANAP, DYP û DP ji dîrokê hatin jêbirin, hikumet îro jî wê ji dîrokê bê jêbirin. Emê her tim hebin. Wê serkeftin ya kesên aştiyê dixwazin be.”    Piştî axaftinan, daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.