Ji bin kavilan bizin û ker derxistin 2020-01-25 13:08:36   MELETÎ - Li navçeya Keferdîzê di dema xebatên rakirina kavilên avahiyan de, hin heywan bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin.   Erdheja li Sîvrîceya Xarpêtê, tesîr li bajarên derdorê jî kir. Yek ji van bajaran jî navçeya Keferdîz a Meletiyê ye. Li navçeyê xebatên rakirina kavilan didomin. Li navçeyê heta niha 4 kesî jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne. Komên îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê bi saxî hin heywan ji bin kavilan derxistin.   Komên îtfaiyeyê tunelek vekirin û di wê tunelê de ketin axurê avahiyekê. Komên îtfaiyeyê bi saxî bizin û ker ji axur derxistin.   Hat diyarkirin ku li herêmê xebat didomin.