HDP'ê xwest îsal bibe sala ferqkirina erdhejê, lê AKP-MHP'ê red kir 2020-01-25 12:37:41 ENQERE - Parlamentera HDP’ê di mijdara 2019'an de pêşniyarname da meclîsê û xwest sala 2020'an bibe sala ferqkirina erdhejê, lê AKP û MHP'ê ev daxwaz red kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan di 5'ê mijdara 2019'an de pêşniyarname da meclîsê û xwest sala 2020'an bibe sala ferqkirina erdhejê. Lê pêşniyarnameya Muazzez Orhan ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat redkirin. Orhan bi boneya di erdhejan de mirî û birîndar kêm bibin û xanî kêm xera bibin, xwest ji niha de xebat bê kirin û pêdivî bên tespîtkirin. Orhan xwest ji bo ve yekê meclîs lêkolîn bike û got: "Bila sala 2020'an bibe sala xistina ferqa erdhejê" û daxwaza guhertina qanûnê da meclîsê. Orhan, anî ziman ku bi taybetni li herêma Çewlîk, Mûş, Wan, Erzirom, Xarpêt, Erzîngan, Stenbol û gelek cihên din di nava sed salên dawî de erdhej li tevan pêk hatiye û erdhejên li Adapazarı, Erzîngan, Niksar-Erbaa, Tosya Ladik, Bolu-Geree, Gumgum, Kanîreş, Gonen, Gedîz, Yenîce, Lice, Erzirom, Ebexe, Erzîngan, Ceyhan, Golcuk, Duzce û li Wanê erdhej pêk hatin û zêdeyî sed hezarar welatî jiyana xwe ji dest dan. Bi sed hazaran mirov jî birîndar bûn. Lê parlamenterên AKP'ê û MHP'ê ev daxwaza pêşniyarnameya Orhan red kirin.