Li Xarpêtê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 4 avahiyan dewam dikin 2020-01-25 12:03:20 XARPÊT - Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 4 avahiyên li navenda Xarpêtê hilweşiyan û tê gotin ku gelek kes dibin de mane dewam dikin. Beşek gelê Xarpetê şeva xwe li kolanan derbas kirin û beşek din jî çûn bajar û navçeyên derdorê.    Piştî erdheja pileya wê 6.8 a li Xarpetê pêk hat, di serî de li navenda bajêr, li navçe û gundên wê gelek avahî hilweşiyan.    Li bajêr erdhejên peyhatî li bajêr dewam dikin. Her ku diçe hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn zêde dibin. AFAD’ê di daxuyanî herî dawî da de, ragihand ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1030 kes jî birîndar bûne. Li Xarpêtê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 4 avahiyên hilweşiyane û tê gotin ku gelek kes dibin de mane dewam dikin.   TAXA MÛSTAFAPAŞA BI BANBOR BÛ    Taxa ku herî zêde ji erdhejê bi bandor bû Taxa Mûstafapaşa bû. Li vê taxê 3 avahî hilweşiyan û li Taxa Sursuru jî avahiyek hilweşiya. Tê diyar kirin ku bi dehan kes dibin xirbeyên avahiyan de mane û di encama xebata ji şevê vê din ve tê kirin de 10 kes hatin rizgarkirin. Dîsa di saetên serê sibê de, vînçên mezin û kuçikên bêhnê distînin sewqî herêmê hatin kirin. Serê vê sibê jî 3 kesên dibin xirbeyan de mabûn bi birîndarî hatin dîtin û sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.    GEL ŞEVA XWE DERVE DE DERBAS KIR   Li bajêr, gel şeva xwe derve de derbas kir. Kizilayê di saetên serê sibê de li cihên bajêr konfedan ji bo welatiyan. Hat diyar kirin ku ji bo welatiyên derdora avahiyên hilweşiyane alîkarî hatiye kirin, lê li tevahiya bajêr alîkarî nehatiye dayîn.    DIÇIN BAJAR Û NAVÇEYÊN DERDORÊ    Piraniya welatiyan piştî erdhejê bi derfetên xwe çûn bajar û navçeyên derdorê. Li bahêr deriyê gelek kargehan girtîne û welatiyên şeva xwe li kolan û parkan derbas kirin, bi fikarin ku bikevin malên xwe.    ‘DI BIN XIRBEYAN DE 23 KES HENE’   Welatiyê bi navê Nîhat Bayrak, diyar kir ku di dema erdejê de li mala xwe bû û wiha axivî: “Piştî erdhejê birayê min ew li vê derê bûn. Min mereqa wan kir, ez hatim vê derê. Niha li gundê me malbatekê ji 5 kesan pêk tê dibin xirbeyan de mane. Berî ku AFAD were vê derê gel herikî vê derê. Welatiyên taxê lêgerîna dest pê kê kirin. Lê nekarin xwe bi gihînin kesekê. Dûre ekîbên AFAD’ê hatin û dest bi xebatê kirin. 4 kes derxistin û hîna jî 23 mirov di hûndir de hene. Ji duh şev de em li benda wane. Em li benda agahiyekê xweşin.”