TUAY-DER: Piştî erdhejê wê parêzer biçin girtîgehan 2020-01-25 11:47:05   AMED - Rêveberiya TUAY-DER’ê têkîldarî erdheja di 24'ê Çile ku navenda wê li Xarpêtê pêk hat, diyar kir ku rewşa Girtîgehên Xarpêt û Meletiyê baş e. Rêveberiyê anî ziman ku dê heyeta parêzeran îro biçin girtîgehan ziyaret bikin.    Di şeva 24'ê Çile de erdheja hêza wê 6.8 pîle li Xarpêtê pêk hat. Di erdhejê de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1030 kes birîndar bûn. Erdheja ku navenda wê Xarpêt bû, li Meletî, Amed, Riha, Mêrdîn û gelek bajarên derdorê xwe da hîskirin. Li ser vê yekê rêveberiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) derbarê erdhejê de daxuyanî da û diyar kir ku duh parêzeran rewşa Girtîgehên Xarpêt û Meletiyê pirsîne û rewşa wan baş e. Rêveberiyê anî ziman ku heyeteke parêzeran dê biçin girtîgehan û çavdêriyê bikin û rewşa girtiyan bipirsin.