Zarokê dibin xirbeyan de ma hat rizgarkirin 2020-01-25 11:04:36 XARPÊT - Li Xarpêtê, piştî erdheja bi pîleya 6.8 pêk hat, xebatên lêgerînê yên rizgarkirinê dest pê kirin. Zarokekê 12 salî di encama lêgerînê de ji bin xirbeyan hat rizgarkirin.    Piştî erdheja bi pîleya 6.8 a li Xarpêtê pêk hat û şûnde xebatên lêgerînê yên rizgarkirina ji bin kavilan dest pê kirin. Piştî erdhejê 5 saet şûnde zarokekê 12 salî di encama lêgerînê de ji bin xirbeyan hat rizgarkirin.