AFAD'ê daneyên dawî parve kir: 21 kes mirin û 1030 kes birindar bûn 2020-01-25 11:01:35 ENQERE -  AFAD'ê têkildardî erdheja şeva 24'ê Çile bi hêza 6.8 pêl li Xarpêtê pêk hat daneyên dawî parve kir. AFAD'ê anî ziman ku heta niha 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1030 kes jî birîndar bûne.    Şeva 24'ê Çile saet di 20.55’an de li navçeya Xûxê ya Xarpetê erdheja hêza wê 6.8 pîle pêk hat. Têkildarî erdhejê AFAD'ê daneyên dawî parve kirin. AFAD'e diyar kir ku heta saet 07.50'an 11 caran erdhejên pêla wan zêdeyî 4'an pêk hatiye û bi giştî 228 caran erd hejiya ye. AFAD'ê anî ziman ku li navenda Xarpêtê 4 avahî hilweşiya ne û li navçeyan jî lêgerîna wan berdewam dike. AFAD'ê da zanîn ku heta niha 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1030 kes jî birîndar bûne.