Amediyan şeva xwe derve derbas kirin 2020-01-25 10:55:07   AMED - Gelê Amedê ji ber erdheja navenda wê navçeya Xûxê ya Xarpetê pêkhat, şeva xwe li derve derbas kirin.   Duh bi şev saet 20.55’an li navçeya Xûxê ya Xarpetê erdheja pileya wê 6.8 pêk hat. Erdheja li Xarpêtê rû da tevahiya bajarên derdûrê û Amedê hejandin. Welatiyên navend û navçeyên Amedê yên ji ber erdhejê hejiyan xwe avêtin kolanan û şeva xwe li parkan derbas kirin.  Li hin taxan ji ber erdhejê ceyran qûbûn û welatiyên derve bûn, piştî hatin ceyran çûn malên xwe û hin kes jî bi armanca ewlekariyê şeva xwe derve de derbas kirin.    XWE JI BERBANGÊ AVÊT    Li navçeya Erxaniyê, jina bi navê Salîha Kûrt û zaroka wê ya 11 salî di dema erdhejê de, xwe ji berbangê avêtin. Dayika û zaroka xwe ya birîndar bûn, rakirin nexweşxanê. Li Taxa Firat a navçeya Bismîlê jî, Sûltanî Surer a 80 salî krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.