Li Gezîn 3 kesên dibin kavîlên avahiya hilweşayî de mabûn hatin dîtin 2020-01-25 10:34:30   XARPÊT- Li gundê Gezîn ê navçeya Maden, bav, dayik û zarokê wan ên ji duh şev ve dibin hezanê de mabûn hatin dîtin. Bav Merîç Dîşlî û diyaka ducanê Pinar Dîşlî bi birîndarî ji bin xirbeyan hatin derxistin û hat zanîn ku zarokê wan jiyana xwe ji dest daye.    Piştî erdheja şideta wê 6.8 li Xarpêtê pêk hat, li navenda bajêr, navçeyan û gelek gundên wê avahî hilweşiyan. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên gundê Gezîn ê navçeya Maden a Xarpêtê dewam dikin. Li gorî daxuyaniyên fermî di erdhejê de, heya niha li Meletiyê 5 û li Xarpêtê jî 14 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Meletiyê û Xarpêtê, bi giştî 922 kes birîndar bûne û bi hezaran avahî û kargeh ji ber erdhejê zirar dîtin.   Li gundê Gezîn ê navçeya Madenê avahiyekê 6 qet hilweşiya û ji 5 kesên dibin avahiyê de mabûn, yek jê jin, 2 kes şevê din hatibûn dîtin. Jina ku hat dîtin jiyana xwe ji dest dabû û zilam jî rakiribûn nexweşxanê. Dayik, bav û zarokê xwe yên dibin xirbeyan de mabûn, serê vê sivê hatin dîtin. Bav Merîç ê dibin xirbeyan de birîndar bibû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.    Dûre Pinar Dişlî û kurê wê Mîraç hatin dîtin. Hat diyar kirin ku kurê Pinar Dîşlî Mîraç jiyana xwe ji dest daye û dayik Dîşlî ya bi giranî birîndar bibû rakirin nexweşxanê.    Ekîbên ku dayik û kurê wê ji bin xirbeyan derxistin, xebatên xwe yên li vê derê bi dawî kirin.