HDP’ê şendeyek şand Xarpêtê 2020-01-25 10:09:14 ENQERE - HDP’ê, şandeyek ji bo lêkolînan şand Xarpêtê.   Şandeyeke ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê, duh bi şev çû Xarpêtê ku erdhej lê pêk hat.   Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê, daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku Berpirsê Rêveberiyên Herêmî Alîkarê Hevserokê Giştî Salîm Kaplan, Berdevka Komîsyona Mafên Hiqûqî û Mirovan Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê Çewlîgê Erdal Aydemîr, Parlamentera Mûşê Şevîn Coşkûn û Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya bi armanca li bajêr lêkolîn bikin çûn Xarpêtê.