Rojnamegerên qertên wan hatin betalkirin: Em biryarê qebûl nakin 2020-01-25 10:08:36 AMED - Nûnerê TGS'ê yê Amedê û rojnameger Mahmut Oral, bertek nîşanî betalkirina qertên zer ên rojnamegeran da û diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin. Rojnameger Mahmut Bozarslan jî anî ziman ku bi betalkirina kartan dixwazin zextan li ser rojnamegeran çêkin.  Piştî Komîsyona Qertên Çapemeniyê bi Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ve hat girêdan, gelek rojnamgerên ku ji bo qertên xwe yên zer nû bikin serlêdan kirin, encam negirtin. Heta niha digotin 'Tê rawestandin' Lê hat diyar kirin ku qertên ser ên xebatkarên çapemeniyê betal dikin. Qertên Zer ên gelek xebatkarên Rojnameya BîrGunê betal kirin. Berê jî Qertên Zer ên gelek rojnamegerên evrenselê hatibûn betnalkirin. Herî dawî kartên zer ên rojnameger Salîh Yeşîl, Mahmut Bozarslan, Jan Belek, Felat Bozarslan, Sertaç Kayar, Îlyas Akengin û Faruk Balikçi jî hatin betalkirin. Nûnerê TGS'ê yê Amedê û rojnameger Mahmut Oral, bertek nîşanî betalkirina qertên zer ên rojnamegeran da û diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin. Oral, anî ziman ku kesên di Lijneya Ragihandina Serokomariyê de cih digirin piranî endamên SETA ne û SETA dixwaze rojnamegeran kriminalize bike. Oral, diyar kir ku betalkirina Qertên zer ne hiqûqî û ne rewa ye.    Rojnameger Mahmut Bozarslan jî anî ziman ku bi betalkirina kartan dixwazin zextan li ser rojnamegeran çêkin. Bozarslan jî diyar kir ku 8 meh berê Qerta Zer ya wî ya çapemeniyê betal kirin û wiha got: "Lê ez îro fêr bûm ku qerta min betal kirine. 24 salin rojnamegeriyê dikim. Lê min qerta zer tenê salek û 25 rojan bikar anîye. Ji bo rojnamegerekî hebûn û nebûna Qerta Zer ne astengiyek e. Lê ji bo xebatkarê çapemeniyê ger ku qerta wî bê betalkirin rewşek xerab e. Bi betalkirina qerta zer dixwazin li ser rojnamegeran zextan ava bikin. Lê kesekî rojnameger be, qerta wî ya zer tune be jî dîsa rojnameger e û dê rojnamegeriyê bike."    MA / Ayşe Sürme