Ji girtiyên nexweş re kart şandin 2017-12-12 15:04:18 STENBOL – Rêveber û nûnerên ÎHD û TÎHV bi boneya Hefteya Mafê Mirovan ji girtiyên nexweş re kart şandin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan a di navbera 10-17’ê kanûnê de ji bo piştevaniya bi girtiyên nexweş re kart şandin girtîgehan. Beriya kart şandinê parêzvanê mafê mirovan li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî dan û pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin” hildan.    Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da û diyar kir ku gelek girtî di girtîgehan de nikarin cihê razanê bibînin û yan jî bi nobetê radikevin. Yolerî destnîşan kir ku tijebûna girtîgehan rê li ber pirsgirêkên nexweşiyê vedike û behsa peymanên navnetewî kir. Yolerî got: “Belê dibe ku girtin pêk were, lê divê pêvajoya vê girtinê veneguhere îşkenceyê. Navê vê yekê îşkence ye.”    'DIXWAZIN  DARBESTÊN WAN DERXIN'   Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî girtiyên nexweş wek findê dihelin û wiha got: “Ev yek polîtîkaya dewletê ye. Em vê dizanin. Dixwazin em li benda êş û hêdî hêdî helandina wan bisekinin. Dixwazin di şûna hêviyan de em darbestên wan pêşwazî bikin.”    Piştî axaftinan parazvanên maf derbasî Postaxeneya Beyogluyê bûn û kart ji girtiyên nexweş re şandin.