Welatiyê ku ji ber erdhejê banê dikana wî hilweşiya: 50 saniye dewam kir 2020-01-25 01:47:55       MELETÎ – Esnaf Batûhan Erbaş ku di erdhejê de banê kargeha wî hilweşiya, got: "Erdhej 50 saniye dewam kir".    Di erdheja  Sîvrîceya Xarpêtê de ku şideta wê 6.5 bû, 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn. Erdheja li Sîvrîceyê tesîreke mezin li Meletiyê jî kir û heta niha li Meletiyê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Hat diyarkirin ku li navçeya Şîro (Pêtirgeh) a Meletiyê nêzî 100 avahî hilweşiyane.    Li gor agahiyên ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji herêmê radigihînin, li Taxa Yeşîlyûrt a Meletiyê banê marketekê û banê firinekê hilweşiyane. Her du kargeh zêde xisirîne, lê belê kesî jiyana xwe ji dest nedaye.    ‘50 SANIYE DEWAM KIR'    Esnaf Batûhan Erbaş gava erdhej çê bûye li kargeha xwe bûye, anî ziman ku ewilî tênegihiştine ka çi bûye û got, lê belê gava erd zêde hejiyaye ji dikanê derketiye. Erbaş, diyar kir ku çawa ji dikana xwe derketiye banê dikanê jî hilweşiyaye û got: "Ewilî me got qey bombe ye. Lê qederekê şûnde me fêm kir ku erdhej çê bûye. Pir xirab bû. Pir hejiya. Bi qasî 50 saniyeyî dewam kir".    Birayê wî Dogûkan Erbaş jî diyar kir wê kêliyê li qada gogê bûne û got, çawa erdhej çê bûye ceryan jî çûye û gava hatiye kargeha birayê xwe dîtiye ku banê dikanê hilweşiyaye.