Şaredariya Êlihê: Koma me ya alîkariyê amade ye 2020-01-25 01:14:13       ÊLIH - Şaredariya Êlihê, ragihand ku wê ji bo alîkariyê komekê bişîne Xarpêtê.   Hevşaredarê Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr, derbarê erdheja li Sîvrîceya Xarpêtê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî daxuyand ku ji bo alîkariyê komek amade kirine û wê koma wan biçe Xarpêtê.   Demîr, di parvekirina xwe de got: "Şaredariya me wê tevî wesayîtên xwe û komeke ji 10 kesan pêk tê biçe Xarpêtê. Ji bo vê pêwendî bi koordînasyona afetê ya bajêr re daniye û ji bo alîkariyê amade ye. Wê koma me ya lêgerîn-xelaskirinê sibê serê sibehê biçe Xarpêtê".