Xizmên girtiyan: Em agahiyan ji girtîyên Xerpêtê nagirin 2017-12-12 15:03:42 ENQERE - Parlamenterên HDP'ê, têkildarî rewşa Girtîgeha Xerpêtê li Navenda HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Parlamenteran diyar kirin ku têkiliya girtiyên Girtîgeha Xerpêtê ya bi derve re qut bûye û malbat 4 mehin agahiye ji xizmên xwe yên girtî nagirin. Parlamenteran anîn ziman ku berpirsiyarê ve yekê Wezareta Dadê ye.  Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez, Îbrahim Ayhan ve Mehmet Emin Adiyaman, têkildarî zextên li ser Girtîgeha Xerpêtê pêk tên, li Navenda Giştî ya HDP'e civîna çapemeniyê pêk anîn. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, diyar kir ku 6 girtiyên li Xerpêtê ji 1'ê mijdara 2017’an heta niha ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Îrmez destnîşan kir ku ger bûyerek neyînî pêk bê berpirsiyarê vê yekê Wezareta Dadê ye. Îrmez, anî ziman ku têkiliya girtiyan a bi derve re hatiye qutkirin û wiha got: "Zextên li ser girtiyan gelek zêde bûye. Bi taybetî li Girtîgeha Xerpêtê di demên dawî de îhlala mafên mirovan gelek zêde bûye. Li Kawîşa Jinan a Girtîgehae Tîpa T a Xerpêtê binpêkirina mafan pir zêde bûye. Mixabin hemû mafê girtiyan ê ragihandinê di dema dawî de ji destê wan hatiye girtin. Têkiliya girtiyan û derve bi tevahî ji hev hatiye qutkirin. Tu têkila wan û derve bi hevre nayê kirin. 3 mehên dawî girtî bi tu awayî nikarin bi derve re têkiliyê dînin. 6 girtî ji 1'ê Mijdarê û virde li dijî binpêkirinên mafan bi armanca vê bê hiqûqî û binpêkirinê şermezar bikin ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bê darveger. Çalakiya 6 girtiyan a greva birçîbûnê didome. Heta 1'ê mijdare ev hêjmar 10 kes bûn. Lê ji ber şertên tendurisityê niha 6 kes çalakiyê berdewam dikin.    Îrmez, anî zimanku wekî heyeta HDP'ê di 16'ê mijdarê de girtîgeh ziyaret kirin û bi rayedaran re hevdîtin kirin û wiha got: "Lê mixabin piştî hevditina bi rayedaran re tu guhertin çênebû. Me heyeta HDP'ê bi midûr û dozger re hevdîtin kir. Lê mixabin heta niha tu gav nehatiye avêtin. Me bi xwe bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Me dît ku ji bo wan qîmeta canê li wir tune ye. Ger ku tiştekî neyînî pêk bê Wezareta Dadê berpirsiyarê vê yekê ye.    4 MEHIN AGAHIYÊ JI KURÊ XWE NASTÎNE    Nîhat Îldan ê kurê wî li Girtîgeha Xerpêtê girtî ye jî daxuyanî da û wiha got: "Li girtîgehê îşkence bi rêk û pêk didome. "Kurê min carekê 42 rojan di odeya bi sînger de hat girtin. Car caran qedexeyên telefonan dihat kirin. Lê 4 mehin bi tu awayî agihî ji kurê xwe nastînim.  Ne bi riya telefonan ne jî bi nameyan em nikarin agahiyê ji kurê xwe bistînin.    ‘TECRÎD DI NAVA TECRÎDÊ DE YE'   Satiye Ok a birayê wê li Girtîgeha Xerpêtê ye jî axivî û wiha got: “Îktîdara AKP'ê piştî hewldana darbeyê zext li ser girtîgehan zêde kir. Ji jinan ve dest pê dike û polîtîkayên xwe dixe meriyetê. Girtîgeha Xerpêtê wek herêma pîlat nişan daye. 3-4 mehin agahî tune. Girtî tecrîdê di nava tecrîdê de dijîn. Mînaka vê yekê odeya bi sînger e. Xwişka min dema sirgûn kirin di lêgerîna tazî re darbas kirin. Ji ber ku ev yek qebûl nekir rastî ceza hat. Ji her tiştê neyînî Wezarta Dadê û Midûriyetea Girtîgeha Tipa T a Xerpêtê berpirsiyar e.    Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman  jî anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê meşandin li ser hemû girtîgehên din dixe meriyetê û dixwaze rejîma "Yek Mirov" li ser hemû girtîgehên din têxe jiyanê. Adiyanan anî ziman ku bêdengiya li hemberî vê yekê qebûlkirina tecrîdê ye û xwest tu kes li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.