AFAD: 14 kesan jiyana xwe ji dest daye 2020-01-25 00:13:31 NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD'ê, diyar kir ku di erdheja Sîvrîceya Xarpêtê de heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest daye.    AFAD'ê, daxuyand ku di erdheja li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê de li gor agahiyên li ber destê wan heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest daye. AFAD'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Xarpêtê 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne; li Meletiyê jî 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 45 kes birîndar bûne. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku  piştî erdhejê 30 caran erdhejên peyhate çê bûne.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji Edene, Afyon, Amasya, Enqere, Êlih, Çewlig, Bûrsa, Çankiri, Amed, Çorûm, Eskîşehîr, Dîlok, Gumuşhane, Stenbol, Mereş, Kastamonû, Kocaelî, Mêrdîn, Mûş, Sakarya, Samsûn, Sêwaz, Riha, Şirnex, Tokat û Wanê bi giştî 418 personelên xelaskirinê sewqî herêmê ahtine kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji Edene, Semsûr, Amed, Erzirom, Erzingan, mereş, Mêrdîn û Mûşê jî 1689 kon û 9200 betanî sewqî herêmê hatine kirin.