Îmamoglû: Em ji bo alîkariyê amade ne 2020-01-24 23:43:43       NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, piştî erdheja li Xarpêtê got: "Ji bo gelê herêma derbasî be. Em ji nêz ve dişopînin. Em Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo alîkariyê amade ne".    Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, piştî erdheja li Xarpêtê çû navenda AFAD'ê û got, geşedanan ji nêz ve dişopînin.   Îmamoglû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Em li AFAD'ê geşedanên erdheja Xarpêtê ji nêz ve dişopînin. Yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo alîkariyê amadekariyên xwe temam kirine. Derbasî be ji bo neteweya me. Temiya me ya mezin ku kes nemire. Derbasî be ji bo gelê me yê herêmê. Em geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînin. Em Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo alîkariyê amade ne".