Resedxaneya Kandîlliyê: Wê erdhejên peyhate hefteyekê dewam bikin 2020-01-24 23:35:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Resedxaneya Kandîlliyê, piştî erdheja li Sîvrîceya Xarpêtê ku şideta wê 6.8 bû, daxuyanî da.    Midûrê Resedxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê Prof. Dr. Halûk Ozener, piştî erdheja li Sîvrîceya Xarpêtê ku şideta wê 6.8 bû, daxuyanî da.    Ozener, diyar kir ku şidta erdhejê ne 6.8 e, 6.5 e. Ozener, diyar kir ku wê erdhejên peyhate bidomin û got: "Dibe ku ev erdhejên peyhate hefteyekê dewam bikin".