Li Kolana Yukselê dîsa êrîş kirin: 5 kes binçav kirin 2017-12-12 14:33:57 ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 399 roj e li Kolana Yukselê dewam dike. Polîsan êrîş kir û 5 kes binçav kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 279 roj e dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 399'an roj e li Kolana Yukselê dewam dike û dixwazin careke din vegerin karê xwe. Çalakvanên ku pankarta "Greva birçîbûnê di roja 279'an de ye" vekirin, polîsan êrîşê wan kir û 5 kes binçav kirin.