Li Îzmîrê 25 HDP’î yên binçavkirî hatin berdan 2020-01-24 15:57:36   ÎZMÎR – Li Îzmîrê 25 HDP’yî ku hatibûn binçavkirin bi qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.    Li Îzmîrê di 21’ê çile de 25 rêveber û endamên HDP’ê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyan îro birin dadgehê. Dozgeriyê îfadeyên wan girt û bi şertê kontrola edlî sewqî dadger kir. 25 HDP’yî bi qedexeya derketina derveyî welat ji aliyê dadger ve hatin berdan.