Muharrem Akkaya bû serokê YSK’ê 2020-01-24 15:53:24   NAVENDA NÛÇEYAN – Muharrem Akkaya anîn ser serokatiya YSK’ê.    Di hilbijartina Dadgeha Bilind û Şûreya Dewletê de hat kirin endamên nû yên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, Mahmut Akgun, Orhan Usta, Alî Urker, Battal Ogut û Ekrem Ozubek ku hatin bijartin îro dest bi wezîfeyê kirin.    Muharrem Akkaya yê ji bo endamtiya YSK’ê jî hat bijartin anîn ser serokatiya YSK’ê.    MUHARREM AKKAYA KÎ YE?   Muharrem Akkaya di sala 1964’an de li Karabukê hat dinê. Di sala 1989’an de ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Akkaya li Karabukê dest bi pîşeya xwe kir û li navçeyên cuda dadgerî kir û li Kocaeliyê jî wek dozger wezîfeyê kir.