'Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk didome’ 2020-01-24 15:06:10 AMED – Şaxa ÎHD’ê rapora têkildarî binpêkirina mafan a girtîgehên Xarpêtê eşkere kir û got: “Li van girtîgehan ev 3 sal in binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk dewam dikin.”  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî binpêkirina mafan a Girtîgehên Jimara 1’an û 2’an ên Xarpêtê û Girtîgeha Jinan a Xarpêtê di 17’ê çile de lêkolînek pêk anî û van lêkolînan û hevdîtina li gel girtiyan wek raporek amade kir. Heyeta ÎHD’ê ya lêkolîn pêk anî bi civînekê li avahiya xwe raporê bi raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.    ‘BINPÊKIRIN BÊNAVBER DIDOME’    Beriya eşkerekirina raporê Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku ji roja girtîgehên li Xarpêtê vebûne yanî 3 sal in li ser hev binpêkirina mafan pêk tê û ji rojevê derneketiye. Zeytûn got binpêkirina mafan ku li wan girtîgehan pêk tê ji Meclîsê, Wezareta Dadê û saziyên navnetewî re ragihandine û li wan girtîgehan qet binpêkirina mafan kêm nebûye û bi awayek sîstematîk dewam berdewam dike.    LÊKOLÎN PÊK ANÎNE   Rêvebera Şaxa ÎHD’ê parêzer Gûrbet Yavûz ku di nava heyeta li girtîgehan lêkolîn pêk anî cih digirt rapora amade kirin bi raya giştî re parve kir. Yavûz dazanîn ku şandeya wan li wan girtîgehan bi girtî Yaşar Kirmizi, Metîn Tanriverdî, Bahrî Dag, Îbrahîm Al, Sînan Amaç, Necmettîn Efe, Barzanî Aşkan, Erol Çetîn, Duzgun Aydin, Ogir Topdemîr, Mustafa Geylan, Abdurrahman Dînç, Yusuf Alîcîoglû, Duzgun Kemal Akçîçek, Metîn Erdem, Şerîf Gungen, Nîhat Bakirtaş, Soner Oz ji komeleya wan re derbarê binpêkirina mafan de name ji wan re şandine û li ser vê yekê dest bi lêkolînê kirine û çûne girtîgehan.   HER CÛRE MAFÊN WAN TÊN ASTENGKIRIN     Yavûz da zanîn ku girtiyan ji wan re ragihandiye ku daxwazên wan ên wek dermankirinê bêbersiv dimînin, dema girtiyan dibin nexweşxaneyan mûameleya xerab li wan tê kirin, dermankirin bi kelemçe li wan tê ferzkirin, her tim lêgerîn li qawîşên wan tê kirin, di dema lêgerînê de esker û gardiyan li girtiyan didin, cezayên kêfî yên dîsîplînê, kelûpelên wan desteser dikin, destûr nadin aktîvîteyên çandî, hunerî û werzîşê, ferzkirina tenê li kanalek radyoyê guhdar bikin, sînorkirina pirtûkan, nedayîna rojname û kovaran, astengkirina sohbet û hembêzkirina li gel malbatan, bihakirina kelûpelên kantînê, bi tena serê xwe di hucreyê de tên ragirtin re rû bi rû dimînin. Yavûz di dewama raporê de cih da gazin û peyamên girtiyan ku ji wan re anîne ziman.    GIRTÎ: EM TÊN TECRÎTKIRIN    Girtiyên li girtîgehên Xarpêtê Ercan Aslan, Yucel Kaya,  Sadik Aslan, Huseyin Keser, Îrfan Sari (Hevşaredarê Geverê), Dîclenûr Ozdemîr û Semra Çelîk ji şandeya ÎHD’ê re têkildarî binpêkirina mafan axivîn û di raporê de beşek ji axaftina wan re hat veqetandin. Girtî diyar dikin ku her cûre mafên wan tê binpêkirin û pirtûkên kurdî nadin wan, ew di tecrîtê de ne û zextên giran li ser wan tê kirin û cezayên bêhed û bêhesab ên dîsîplînê didin wan.    Yavûz di dawiya raporê de banga hestiyariyê li sazî û cihên pêwendîdar ên girtîgehan kir û got divê tedbîr werin girtin. Yavûz di dawiya raporê de jî pêşniyarên çareseriyê rêz kir.