20 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin 2020-01-24 14:35:16   ÎZMÎR - 20 kesên rêveber û endamên HDP’ê yên Îzmîrê jî di nav de, hatibûn binçavkirin piştî dozger îfadeya wan girt, bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin.    Li Îzmîrê, polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê birêve bir de, di 21’ê Çile de, bi ser malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Konakê Hayat Îzgî, rêveberên HDP’ê yên Bajêr Ramazan Efendîogûllarî û Mûstaa Koyûncû jî din av de 20 kes binçav kiribûn.    Xebatkarên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di çarçoveya lêpirsîna dosyeya di sala 2014’an hatibû vekirin de, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. 20 kesên îro sewqî Edliya bayrakli hatin kirin, piştî îfade dan dozger, bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan sewqî dadgehê hatin kirin.