'Em ê serê xwe li dijî êrişên îqtîdara AKP-MHP’ê netewînin’ 2020-01-24 14:22:50   WAN – Sekreterê TUHAY-DER’ê Sûat Meşe bertek nîşanî binçavkirina hevserokên komeleyê da û diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkaya zext û binçavkirinê ya bloka AKP-MHP’ê serê xwe netewînin û xwest hevalên wan demildest werin berdan.    Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê têkildarî serdegirtina malên hevserokê komeleyê Seyfettîn Ertaş, rêveberê komeleyê Kinyas Başak û hevserokê komeleyê yê berê Onder Sogûkbûlak û gelek kesên din li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û endamên TUHAY-DER’ê beşdarî civîn3e bûn.    Sekreterê TUHAY-DER’ê Sûat Meşe daxuyanî da û diyar kir ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê dixwazin xwe bi zext û binçavkirinên li dijî kurd û muxalîfan xwe li ser pêya bigire û got: “Em ê qet û qet li dijî van êrişên we serê xwe netewînin. Em serdegirtina malan û binçavkirina rêveber û endamên me bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin hevalên me demildest werin berdan.”