Danişîna doza qezaya trênê hat dîtin 2020-01-24 13:20:10 ENQERE - 2'emîn danişîna doza 10 bersucên têkildarî qezaya Trêna Leza Zêde (YHT) li Enqereyê hat dîtin.  2'emîn danişina doza 10 bersûcên qezaya Trêna Leza Zêde (YHT) ku di 13'ê Kanûna 2018’an de pêk hat û 9 kesan jiyana xwe ji dest da, li 30'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Dozger der barê 10 kesan de bi sucdariya "Bûne sedema kuştina gelek kesan" ji bo her yekî 15 sal ceza dixaze. Têkildarî qezaya trênê ku 9 kesan têde jiyana xwe ji dest da 3 bersûc girtî tên darizandin. Heyetê di danişîna ewil de der barê Sinan Yavuz û memûrê trafîkê Emin Ercan Erbey de biryara tahliyeyê dabû. Di danişînê de girtî Osman Yildirim û kesên serbest tên darizandin karmend Sinan Yavuz, Emin Ercan Erbey, Midûrê YHT yê Enqereyê Duran Yaman, Midûrê serwîsa trafîkê yê YHT'ê Unal Sayıner, Serokê Daîreya Rêveberiya Emniyeta TCDD'ê Erol Tuna Aşkın, Serokê Daîre û rêveberiya Îstasyon û Trafikê ya TCDD'ê Mukerrem Aydogdu, Cîgirê Midûrê GAR'a Enqere yê YHT'ê Kadir Oguz, karmend Recep Kutlay, Vekili Ergün Tuna li danişînê amade bûn. Parêzerên malbatê û bersûcan jî tev li danişînê bûn.    Di danişînê de Hakan Çavdar ê di qezayê de mexdûr bû diyar kir ku ji hemû berpirsiyaran bi gilî ye û xwest hemû bên cezakirin. Adem Şahin, Ahmet Elmas û Aydın Can Akdur ên di qezayê de birîndar bûn jî axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin bersûc bên darizandin.      Danişina dozê didome.