Polîsên bi ser malê de girtin: Tevlî malbatên li ber HDP’ê bibin 2020-01-24 13:08:59 AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê, polîsan duh bi şev bi îdîaya gilî hatiye kirin bi ser malekê de girtin û ji malbata ku zarokên wan li çiyêne re gotin biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê û zext li wan kirin. Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, polîsan duh bi şev avêtin ser mala malbata Seferoglû û zexta biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê li malbatê kirin. Dayika Yildiz Seferoglû derbarê serdegirtina polîsan de ev agahî dan: “Saet 23.00’ê şevê bi maşîneyên zirxî derdora mala me dorpêç kirin. Piştî ku polîsan mal dorpêç kirin, anonsa ‘telîm bibin’ kirin. Min jî xavika serê xwe ya sipî di pencerê re derxist û hejand. Dûre bi piyê tazî me destên xwe danîn ser serê xwe û em derketin derve. Bi saetan di malê de lêgerîn kirin. Dûre em kirin hûndirê malê. Ji me re gotin ku ‘Ji me re giliya ku li malê PKK’î hene hatiye.’ Min jî ji wan re got ev derewe. Li ser vê yekê pirsa çima zarokên we tevlî nava refên PKK’ê bûne, kirin. Min got ew biryara zarokên min bi xwe ne. Piştre behsa malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştine kirin û gotin, ‘Gelo hûn malbatên li ber HDP’ê dibînin? Mêzekin ew gehiştin zarokên xwe. Ev dewlet hembêza xwe ji her kesî re vedike. Ger tu biçî ber avahiya HDP’ê ya Amedê, emê bi her awayî alîkariyê bidin te. Hewl bide ku zarokên xwe qane bike û wan bîne.’ Min jî got ez tiştek wisan nakim.”   'EWLEKARIYA CANÊ ME TUNEYE’   Seferoglû, da zanîn ku berî 2 mehên din jî ekîbeke ji 3 kesan pêk dihat, ji Agiriyê hatin mala wê û xwestin îqna bikin ku biçe ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Seferoglû, dest nîşan kir ku wê demê jî ev daxwaza wan qebûl nekir û wiha got: “Min wê gavê jî ji wan re got ev biryara zarokên mine. Piştî mala me, çûbûn gelek malên din jî. Hewl didin hemû malatan îqna bikni. Niha ewlekariya canê me tuneye.”