Komên çekdar 10 kes li Efrînê revandin 2020-01-24 13:08:19   EFRÎN - Li Gundê Maratê ya Efrînê 10 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.   Li Efrîna ku di bin kontrola TSK, MSO û OSO de ye zextên li dijî gel didomin. Li Gundê Maratê ya Efrînê 10 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin. Di nava sîvîlên ku hatine revandin jinek jî heye. Navên sîvîlên ku temenê wan di navbera 25 û 40'lî de ne wiha ne:" Rêzan Ali, Seid Helil, Ali Hennan, Ali Helil, Ruken Heyder, Ehmed Evdo, Salah Ebdulrahman, Salah Memo, Ehmed Omo ve Ehmed Bozan."