Doza Manîsayê: Zimanê min kurdî ye û welatê min Kurdistan e 2017-12-12 14:14:03 MANÎSA – Li Manîsayê danişîna doza darizandina jê 57 kes girtî 138 kesên endam û rêveberên HDP’ê ne di roja duyemîn de bi astengiyan dest pê kir. Daxwaza parastina kurdî ku veguherî qeyranê girtiyê bi navê Halîl Aydemîr bi van gotinan mohra xwe li danişînê da: “Zimanê dayika min kurdî ye. Welatê min Kurdistan e.”  Li Manîsa danişîna doza jê 57 girtî bi tevahî 138 endam û rêveberên HDP’ê ku tên darizandin di roja duyemîn de dewam dike. Hin ji yên girtî û yên ne girtî tên darizandin beşdarî dozê bûn. Girtiyên jin ji Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê neanîn danişînê. Wekîlên HDP’ê Osman Baydemîr û Mizgîn Irgat û gelek kesan dozê şopand.    Beriya danişîn dest pê bike di mijara yên dê dozê bişopînin nîqaş derket. Xizmên yên tên darizandin bi hejmarek hindik berdan hundir û danişîn ji çapemeniyê re hat girtin.    HDP’iyan bi parastinê sucdariya der barên xwe de red kirin. Di parastinê de qeyrana parastina bi kurdî jî derket.    BERSIVA QEYRANÊ DA: ZIMANÊ MIN KURDÎ YE   Girtiyê bi navê Halîl Aydemîr dest bi parastina xwe kir û destnîşan kir ku ji bo parastina xwe bi kurdî bike bi mehan e daxwazname daye lê heta niha hêj besiva wî nedane. Aydemîr da zanîn ku ew dixwaze parastina xwe dubare bi kurdî bike û wiha got: “Zimanê dayika min kurdî ye. Welatê min Kurdistan e. Ev bi sedsalan e wiha ye. Heta wergervan bê ez ê parastina xwe nekim. Bi rastî jî ku ez bi kurdî parastina xwe bi kurdî bikim, ez ê nîşan bidim ku çiqas bêhiqûqî pêk tê. Bi tirkî parastinê nakim. Ez dixwazim bi kurdî parastina xwe bikim. Çunkî ez dixwazim pêşiya hevalên xwe yên din vekim.”    BAYDEMÎR: EZ DIKARIM WERGERÊ BIKIM    Serokê dadgehê di dema parastina Aydemîr de bênavber axaftina wî qut kir. Li ser vê yekê parêzeran jî xwest dadgeh ji bo parastina bi kurdî û wergervanê kurdî biryara xwe bide. Di vê navberê de Wekîlê HDP’ê Osman Baydemîr yê dozê dişopand bang li dadgehê kir û got: “Tengezariya wergeriya kurdî hebe, ez dikarim wergeriyê bikim.” Heyeta dadgehê got ku şêwazek wisa tune ye.    Pişt re HDP’iyên din jî parastina xwe kirin û sûcdariya li ser xwe red kirin. Dadgehê navbera nîvro da danişînê. Di navberê de Baydemîr û endam û rêveberên HDP’ê daxuyanî dan.    ‘RASTIYA ME ZIMANÊ DAYIKA ME YE’    Baydemîr di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku angaştname dixwaze siyaseta demokratîk a legal tasfiye bike û angaştname bi rêjeyekê be jî li ber duh pûç bûye. Baydemîr anî ziman ku li dijî kurdan carek din cudakarî derket holê û wiha axivî: “Rastiya erdnîgariya me zimanê dayika me kurdî carek din dixwazin tune bi hesibînin. Reng û zimanê gelekî dixwazin qedexe û asteng bikin. zimanê dayika me jî dikin sûc. Lê Tirkiye zû ve serdema qedexeya kesk, sor û zer derbas kiriye. Divê ku ev dem êdî derbas bûbe. Zemanê qedexeya kurdî zû ve derbas bûye. Jixwe divê derbas bûbe jî.”