Li Girtîgeha Tekîrdagê sepanên keyfî pêk tên 2020-01-24 10:40:48   AMED - Birayê Girtî Yaşar Aslan, Muslum Aslan diyar kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê sepanên kêfî zêde bûne. Aslan da zanîn ku girtiyan xwestiye ÎHD û parlementer bi van pirsgirêkan ve mijûl bibin.   Girtî Yaşar Aslan yê li Girtîgeha Jimara 2'an a Tîpa F a Tekîrdagê dimîne di 23’yê Çile de telefonî malbata xwe kir. Birayê Aslan, Muslum Aslan diyar kir ku duh bi telefonê bi birayê xwe re axivîne û wiha got: “Pirtûkan nadin wan. Rayedar dibêjin ku ‘hûn ji weşanxane an ji pirtûkxaneyan pirtûkan bikirin em dikarin bidin we’ Ji aliyê din bi hinceta ku rojname nayê bayiyan rojnameyê nadin wan. Bi vî awayî di gelek mijaran de keyfî nêzîk dibin. Girtî dixwazin ku derbarê van sepanan de Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û parlementer biçin bi wan re biaxivin û li ser van îhlalan were sekinandin.” Aslan da zanîn ku roj bi roj zext û zora li ser girtiyan zêde dibe û wiha got: “Herî dawî ji ber zextên li girtîgehan Nurcan Bakirê dawî li jiyana xwe anî. Girtiyan jî bal kişand ser vê bûyerê û diyar kirin ku ji bo ku zêxtên li ser wan werin sekinandin saziyên berpirsyar pêre mijûl bibin."